Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê, diçe Iraqê
PeyamaKurd- Li gorî rojnameya El-Weten a Suriyeyê, Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê Feysel Miqdad, di 6ê Adarê de dê biçe paytexta Iraqê Bexdayê da ku hin hevdîtinên dîplomatîk bên rêvebirin.
Di agahiyên ku li ser vê serdana navbera Suriye û Iraqê de hatin dayîn de hat gotin ku
“Wezîrê Karên Derve û Koçberan dê di destpêka hefteya bê de bi serdaneke fermî ya 2 rojan, li ser vexwendina hevtayê xwe yê Iraqî Fuad Husên biçe paytexta Iraqê Bexdayê û dê li wê dere bi rayedarên payebilind re bicive.”
Di dewama agahiyên hatin dayîn de hat ragihandin ku Wezîr Feysel Miqdad dê li Bexdayê li gel Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî re bicive.
Her wiha di medyaya nêzîkî hikûmeta Suriyeyê de jî hat diyarkirin ku Feysel Miqdad dê di serdana xwe ya 2 rojan de li ser pêwendiyên dualî yên navbera Şam û Bexdayê, rewşa navçeyê û civînên vê dawiyê yên di derbarê Suriyeyê de dan û stendinan bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin