Wezîrê karên derve yê Îngîltere Cameron diçe Tirkiyê

25 January 2024 03:19 0 dîtin
Wezîrê karên derve yê Îngîltere Cameron diçe Tirkiyê

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îngîltere David Cameron ji bo dewama hewlên agirbesekî li Xezzayê seredana Tirkiyê, Îsraîl, Fîlîstîn û Qatarê dike.

Wezareta karên derve ya Îngîltere di daxwuyaniya xwe de got ku Cameron wê bi lîderên dewletên navborî re hevdîtinan bike û wê çawa karibin bêhtir alîkariyê bigihînin Xezzayê, serbest berdana dîlan û agirbesekî mayînde dê mijarên wan bin.

Hat ragihandin ku wê David Cameron bi serokwezîrê Îsraîlê Netenyahu û wezîrê karên derve bi Yisrael Katz re li ser zêdekirina alîkariya Xezzayê û endîşeya Îngîltere ya ji zêdebûna jimara kuştiyan, ragihîne.

Cameron wê daxwaza vekirina deriyên sînor yên Aşdod û Kerem Şamlon ji Îsraîlê bike û hetta zêdetir ciyên ku alîkariyên avê, ardû û elektrîkê di wan de herin Xezzayê, ji Îsraîlê bike. Di daxwuyaniyê de di têkiliyên bi Tirkiyê re wê mijarên ewlehiya Rojhilata Navîn û babetên din biaxife. Daxwuyanî weha dewam dike:

“Îngîltere û Tirkiyê hemparên hev yên nêz in. Zêdekirina desteka ji bo NATO û Ûkraynayê, teror û têkoşîna bi koçberiya nerewa re, wê xebat dewam bike.”