Dê wezîrên karên derve yên Fransa û Îngîltere seredana Îsraîlê bikin

15 August 2024 21:32 0 dîtin
Dê wezîrên karên derve yên Fransa û Îngîltere seredana Îsraîlê bikin

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îngîltere David Lammy û wezîrê karên derve yê Îngîltere Stephane Sejourne ji bo hevdîtinên di derbarê daxistina asta gengeşeyên li Rojhilata Navîn de, dê seredana Îsraîlê bikin.

Di hevdîtinê de dê mijara her sê aliyan ew be ku li ser guhertina dîlan ya navbera Hamas û Îsraîlê û muzakereyên ji bo agirbesê ya navbera Hamas û Îsraîlê be. Her dû wezîrên karên derve yê Fransa û Îngîltere ragihandin ku dê sibê (16ê Tebaxê) dê herin Îsraîlê.

Wezareta karên derve ya Îsraîlê ragihand ku wê wezîrê karên derve yê Îsraîlê Israel Katz bi Lammy û Sejourne re hevdîtinekî sêqolî bike.

Seredana her dû wezîran ket dema ku dijberiya navbera Îsraîl-Îranê di asta herî bilind ya nexweşiya xwe de ye.

Kesekî dîplomatîk ji bo SKY Newsê ragihandiye û nexwestiye navê xwe bide, gotiye ku Lammy ragihandiye ji bo ber li şerekî Rojhilata Navîn bigre diçe Îsraîlê.