Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan siba diçe Amerîkayê

08 December 2023 01:55 0 dîtin
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan siba diçe Amerîkayê

PeyamaKurd – Rêxistina Hevkariya Îslamî û endamên Yekîtiya Ereb di nav xwe de ‘grûba temasê ya Xezzayê’ danîbûn û di wê çarçovê de, dê sibê herin Amerîkayê. Di nava wan de wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan jî heye.

Fidan û grûba Xezzayê wê li Washingtonê bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Bliken re hevdîtin bikin. Di hevdîtinê de wê li ser rawestandina şerê navbera Îsraîlê û Hamasê, aştiya mayînde û rewşa Xezzayê ya dawiyê gotûbêj bikin.