Îsmaîl Haniye serdana Tirkiye û Rûsyayê dike

08 December 2019 13:18 0 dîtin
Îsmaîl Haniye serdana Tirkiye û Rûsyayê dike

PeyamaKurd – Serokê Nivîsgeha Sîyasî yê Hamasê Îsmaîl Haniye piştî hilbijartina seroktiya Hamasê di sala 2017an de, yekem serdana xwe ya derve dike û di serî de Tirkiye, Qetar û Malezya diçe çend welatan.

Li gorî çavkaniyê Filîstînî Haniye Haniye wê serdana Tirkiye, Qetar û Malezyayî bike. Herwiha malpera Middle East Eye ya Arabi21 jî ragihandiye ku dê Haniye serdana Rûsyayê jî bike.

Hat diyarkirin ku dê serdana Haniye bi qasî çend mehan berdewam bike û bi rêya Balafirgeha Qahîre ya Misirê ji Filîstînê derkeve derveyî welat.