Rayedarên Îsraîlê, pistî 10 salan serdana Tirkiyeyê kir
PeyamaKurd- Wezîrê Bervaniya Îsraîlê Benny Gantz û şanda ligel wî, piştî 10 salan ji bo hevdîtinên asayîbûna têkiliyên navbera herdu welatan, çûn paytexta Tirkiyeyê Enqereyê. Tê payîn ku Gantz ligel Serokomarê Tirkiyeyê jî hevdîtinek bike.
Ji bo ku pêwendiyên navbera Îsraîl û Tirkiyeyê piştî 10 salan asayî bibin, gavên li beranberî hev tên havêtin û di vê çarçoveyê de jî îro Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Benny Ganzt û şanda ku ligel wî, derbasî Enqereyê bûn.
Hat ragihandin ku di dê Gant ligel Wezîrê Brevaniya Tirkiyeyê Hulusî Akar hevdîtinek bike û li gorî tê payîn, dibe ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan jî ligel şanda Îsraîlê hevdîtinek pêk bîne.
Li gorî ragihandina çapemeniya Îsraîlê jî dê li ser peymanên hevkariyên berevaniyê, pêşveçûnên li Îran û Suriyeyê û nerazîbûnên navbera Tirkiye û Yunanîstanê hevdîtin werin kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin