Doza Pûla Papa ya nexseya Kurdistanê li parlamentarê HDPê hat vekirin

14 March 2021 22:16 0 dîtin
Doza Pûla Papa ya nexseya Kurdistanê li parlamentarê HDPê hat vekirin

PeyamaKurd - Serdozgeriya Komarê ya Enqerê derbarê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Galan (HDP) û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk de, ji ber gotinên wî yên li ser pûla Kurdistanê ya dema pêşwazîkirina Papa Francis doz vekir.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê îro Yekşemê derbarê Parlamenterê HDPê yê Agiriyê û Hevserokê KCDê  Berdan Ozturk de bi îdiaya "propaganda rêxistinê kiriye" doza hiqûqî vekir.

Di daxuyaniya Serdozgeriya Komarê de hatiye gotin; Ozturk "propaganda rêxistinê kiriye" û gotinên Berdan Ozturk ên li ser Pûla Papa ya nexşeya Kurdistanê wiha hatine rêzkirin:

“Parlamenterê HDPê yê xula 27emîn Berdan Ozturk ji hinek malperên nûçeyan re gotiye ‘Wek KDCê li ku derê dibe bila bibe nexşên me, nirxên me ne û me nirxên gelê Kurd û Kurdistan her tim parastiye û em ê dîsa jî biparêzin. Erdnîgariya ku em li serê dijîn, navê vê Kurdistan ê. Ev ne tişteke ku nû hatiye keşfkirin. 5 hezar sal in em li ser vê erdnîgariyê dijîn. Ji ber wê yekê ew nexşeya ku ji bo papa hatiye amadekirin, wek semboleke erdnîgariya Kurdistanê û Mezopotamyayê ye. Lê belê bertekên wan careke din tişkek zelal kir. Îro Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat dibe bila bibe, dijminatiya wan dijminatiya gelê Kurd e, nirxên gelê Kurd e, dijminatiya wan, erdnîgariya ku gelê Kurd li serê dijî ye.’

Hevserokê KCDê û Parlamenterê HDPê Berdan Ozturk ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî gotibû nexşeya Kurdistanê ya ku li ser pûla li Hewlêrê hatibû nîşandan, ya hemû kurdan e û ew gotinên xerab ên li hember Mesûd Barzanî têne kirin jî ew qebûl nakin.