Doza hilwesandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate redkirin
PeyamaKurd - Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê doza bi mebesta hilweşandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatibû vekirin, red kir.
Weke tê zanîn Duh Serokê Fraksiyona Nifşê Nû Serwe Ebdulwahîd, bi daxwaza hilweşandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê serdana gilî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kiribû. Serwe Ebdulwahîd di serlêdana xwe ya gilî de ji dadgehê xwestibû ku eger di heyama 3 mehên bê de hilbijartinên Parlamena Kurdistanê neyin kirin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û biryarên wê bên betalkirin.
Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê îro, biryara xwe ya li ser vê daxwazê da û da zanîn ku ji ber ku ew ne di çarçoveya desthilata dadgehê de ye, wan ew doz red kiriye.
Hilbijartinên Parlamena Kurdistanê wê di 20ê Îlona 2024an de bi serperiştiya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan bê lidarxistin.
Doza li dijî Seroka berê ya Parlamena Kurdistanê jî hate redkirin
Dozeke din a li dijî Seroka berê ya Parlamena Kurdistanê de bû jî ji aliyê Dadgeha Federal ve hate redkirin.
Di doza ku ji aliyê Parlamentê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Biryar Reşîd ve li dijî Seroka berê ya Parlamena Kurdistanê Rêwaz Fayeq û Yasaya Encûmena Şûraya Herêma Kurdistanê hatibû vekirin de jî Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ev dosya bi paş xist û biryar da 16ê Îlonê de li ser vê dozê biryar bê dayîn.
Biryar Reşîd ji dadgehê xwestibû ku yasaya ku di 2022yan de hatiye amadekirin bê sererastkirin yan jî bi neyasayî bê destnîşankirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin