Babacan û Davutoglu peyama sersaxiyê bo Prof. Kardi Yildirim belavkirin

27 March 2021 23:53 0 dîtin
Babacan û Davutoglu peyama sersaxiyê bo Prof. Kardi Yildirim belavkirin

PeyamaKurd – Serokê giştî yê partiya DEVA yê Ali Babacan û serokê giştî yê partiya Gelecekê Ahmet Davutoğlu bi sedema koça dawiyê ya Prof. Kadri Yıldırım peyamên sersaxiyê belav kirin.

Babacan di peyama xwe de got ku Kadri Yıldırım bo jiyana zimanê Kurdî xizmetekî gelek baş kiriye. Babacan di peyama xwe ya di ser medya civakî de weha got:

“Ew pêşîvaniya avakirina Enstîtuya Zimanên Zindî ya bi ser Zanko ya Artuklu ya Mêrdînê kir. Bo jiyana zimanê Kurdî xebateka baş kir ku zimanê Kurdî li ser vê axa qedîm kevne. Bo Prof. Kadri Yıldırım ji Xwedê rehmetê dixwazim û bo temamê hezkiroxên wî sersaxiyê dixwazim. Xwedê rehma Xwedê lê bike.”

Serokê partiya Gelecekê ya Tirkiyê Ahmet Davutoğlu jî di ser hesabê xwe yê Twitterê de peyama sersaxiyê weha ragihand:

“Min bi xemgînî wefata mamosteyê emekdar yê zimanê Kurdî, mamosteyê ilmên Îslamî, parlementerê berê Prof. Kadri Yıldırım hîn kir. Ji Xwedê bo wî rehmetê dixwazim û bo malbata wî, hezkiroxên wî û dostên wî sexsaxiyê dixwazim. Bila ciyê wî bihişt be û riha wî şad be.”

Mamoste Kadri Yıldırım duhî bi sedema xwîn çûbû ser mêjiyê wî li nexweşxaneyekî taybet ya Diyarbekirê koça dawî kiribû û îro ji aliyê bi hezaran kesan de li Goristana Yenikoyê hat definkirin.