Erdogan ajot ser Kilicdaroglu, Babacan û Davutoglu…

21 April 2023 20:28 0 dîtin
Erdogan ajot ser Kilicdaroglu, Babacan û Davutoglu…

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê, Serokê Giştî yê AK Partiyê û namzedê Tifaqa Cumhur ê hilbijartinên 14ê Gulanê yên serokomariyê Recep Tayyip Erdogan, li Stenbolê di axaftineke xwe de gotinên tund li namzedê Tifaqa Milet Kemal Kilicdaroglu, Serokê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu û Serokê DEVAyê Alî Babacan kirin.

Erdogan li ser herdu vîdyoyên Kilicdaroglu yên bi sernavên ‘Kurd, Elewî’ îdia kir ku hewldaneke parçekirina milet a bi mezhebî, derew û îftirayê ye û got, ji bilî windakirina hilbijartinan ti wesfekî wî nîne.

Ji bo Serokê DEVAyê Alî Babacanê wezîrê berê yê hikûmeta AK Partiyê û Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu jî Erdogan wiha axivî:

"Çawa me ew mase (wezaret) radestî van kir? Me yek kir serokwezîr yek jî çawa me kir wezîr? Dema îstifa kir ji bo me gelek tişt gotin. Em amade ne bedelê xiyaneta wan 14ê Gulanê bi wan bidin dayîn? Em amade ne wan wek mewtayê siyasî bispêrin axê?”