Babacan: Namzediya Erdogan li dijî destûra bingehîn e, em ê serî li YSKê bidin
PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Babacan got, “Piştî ku Birêz Erdogan ji bo namzetiyê serlêdan kir em ê tavilê serî li YSKê bidin. Em ê bibêjin 'Ji aliyê hiqûqî ve ne pêkan e'."
Babacan: Namzediya Erdogan li dijî destûra bingehîn e, em ê serî li YSK'ê bidinSerokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan beşdarî weşana Flash News TV bû û rojev nirxand.
Babacan got, "Niha biryara hilbijartinê hatiye girtin, em ber bi hilbijartinê ve dimeşin. Em amade ne. Em bi planên xwe amade ne, bi kadroyên xwe re amade ne, ji bo xebatên baş divê lez bikin." Herwiha got, namzediya Serokomariyê ya Erdogan li dijî destûra bingehîn e û ew ê îtîraz bikin.
Babacan ev gotin bi kar anîn:
"Ji bo hevgirtinê em ê bi awayekî fermî serî li YSKê bidin. Hema piştî ku Birêz Erdogan ji bo namzetiyê serlêdan kir, em ê bibêjin 'Ev ji aliyê hiqûqî ve ne pêkan e'. Ji ber ku ev serdema duyemîn a birêz Erdogan e. Hemû hiqûqnasên partiya me wisa difikirin. Ev nêrîna piraniya hiqûqnasên Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê em ê bi gotina “ne mimkûn e, neqanûnî ye” daxwaznameya xwe pêşkêş bikin. Lê em ê biryarê nedin ku YSK wê çawa biryarê bide. Di vê rewşê de texmînkirin ne pir zehmet e. YSK bi îhtîmaleke mezin wê hincetên wekî "Tiştek wiha tune. Îdiaya Birêz Erdogan rast e. Di sala 2017an de sîstem hate guhertin. Ji ber vê yekê, wî di wê dîrokê de kîlometre ji nû kiriye." bi kar bînin.
Lê belê piraniya hiqûqnasên Tirkiyeyê dibêjin ku ev serdema duyemîn a birêz Erdogan û nikare careke din bibe namzet.
Em ê serlêdana xwe bi nivîskî bikin. Ji ber ku eger em vê nekin, em ê daxwazên qanûnê pêk neynin. Ger em vê nekin em ê erka xwe ya sivîl pêk neynin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin