Serokê IYI Partiyê Dervisoglu got ku pêwiste li hemberê namzediya Erdogan derên
PeyamaKurd – Serokê İYİ Partiyê Musavat Dervişoğlu li bajarê Eskişehirê li ser namzediya serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan got ku pêwiste muxalefet li hemberê namzediya Erdoğan derê. Li ser pêvajoya destnîşankirina namzedê CHPê jî got:
“Yanî wê namzed destnîşan bikin…Wê ji Partiya DEMê bipirsin lê wê ji İYİ Partiyê nepirsin, tişteka weha dibe? Nabe İYİ Partî di derveyê mijarê de bihêlin. Divê muxalefet berpirsiyariya xwe bizanibe û li hemberê namzediya Erdoğan derê.”
Dervişoğlu, rexne li sîstema hukumetê kir û behsa bandora sîstema niha ya neyînî kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin