Hevserokên DEM Partiyê bi CHPê re dicivin

05 March 2025 16:37 0 dîtin
Hevserokên DEM Partiyê bi CHPê re dicivin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku wê şanda DEM Partîyê ya bi pêşengiya hevserokên partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari, piştî banga Abdullah Ocalan a dawî di çarçoveya agahdariyên li ser pêvajoya nû de 10ê Adarê serdana CHPê bike.

DEM Partî îro 5ê Adarê, li ser banga çekdanînê û hilweşandina PKKê bi beşdariya parlamenterên partiyê û hevserokên şaredariyan li Enqereyê kom bû.

Hate ragihandin ku mijara sereke ya civînê nameya Ocalan bi sernavê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” bû.

Di civînê de biryar hat dayîn ku şanda wan serdana partiyên siyasî bike û civîna yekem jî wê 10ê Adarê bi CHPê re bê kirin û dê hevserokên DEMê bi Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel re bicivin.

Biryar e DEM Partî hevdîtinên xwe bi partiyên din ên siyasî yên li Tirkiyeyê re li ser pêvajoya nû bidomîne.

Li gorî zanyariyan dibe ku di demên pêş de li Parlamentoya Tirkiyê ji bo pêvajoya nû komîsyonek jî bê avakirin.