Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Serokê TBByê

16 November 2024 14:37 0 dîtin
Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Serokê TBByê

PeyamaKurd – Hevserokên Giştî yên  Partiya Wekheviyê û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, çûn serdana  Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê  (TBB) Erinç Sagkan.

Heyeta DEMê ya li gel serokatiya Hevserokên Giştî yên DEMê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, di çarçoveya serdanên partiyên mixalîf û dezgehên civaka sivîl de, li navenda wê ya li Enqereyê çûn serdana Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Erinç Sağkan, hem derbarê tayînkirina qeyûman a bo şaredariyên partiya wan û hem jî derbarê pêvajoyeke mihtemel a çareseriyê de.

Her wiha hate zanîn ku heyeta DEMê, îro saet di 15.30î de jî bi Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan re  dê li Navenda Giştî ya DEVAyê bicive.