Ji hevserokên DEM Partiyê serdana pîrozbahiyê bo Saredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê

05 May 2024 14:28 0 dîtin
Ji hevserokên DEM Partiyê serdana pîrozbahiyê bo Saredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê

PeyamaKurd - Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakrhan, piştî hilbijartinên 31ê Adarê yekem serdana xwe ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ku ketiye destê DEM Partiyê kirin.

Di şanda DEM Partiyê ya ku ji parlamenter û rêveberên partiyê pêk dihat, ji aliyê Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun û hevşaredarên navçeyan ve hatin pêşwazîkirin.

Bakirhan, ji bo serkeftina hilbijartina şaredariyan pîrozbahî kir û got: “Di serî de hevşaredarên me yên Bajarê Mezin, em di wê baweriyê de ne ku dê hevşaredarên me xizmeteke layiqî xelkê me bikin.”

Hevserokên DEM Partiyê herwiha şampiyontiya Amedsporê jî pîroz kirin û piştre civîneke ji medyayê re girtî ligel şaredaran li dar xistin.