Hevserokên DEM Partiyê serdana Demîrtas kirin
PeyamaKurd - Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari, îro 17ê Cotmehê li girtîgeha tîpa F a Edirneyê serdana Hevserokê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş kirin.
Hevserokên DEMê doh jî li girtîgeha Kocaeliyê serdana Hevseroka HDPê ya berê Fîgen Yûksekdag û Parlementera HDPê ya berê Semra Gûzel kiribûn.
Bakirhan û Hatimogullari, derbarê hevdîtina Demirtaş de gotin ku hevalên wan bi dozên siyasî hatine girtin û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên li ser berdana wan hatine binpêkirin.
Bakirhan got, ew dê ji bo biryara dadgehê bê xerakirin û hevalên wan bereat bikin, çi ji destê wan bê bikin.
Hêjayî gotinê ye, piştî daxuyaniyên Serokê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî û peyamên nermbûnê bo DEM Partiyê dabûn, Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel jî gotibû, ew ê piştî geşta xwe ya bajarên Bakurê Kurdistanê serdana Demîrtaş bike.
Selahattîn Demirtaş, ji Mijdara 2016an ve bi hinceta axaftinên xwe yên demên cuda û doza Kobaniyê di girtîgehê de tê girtin ku herî dawî 42 sal ceza li ser hatibû sepandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin