Hêzên asayîsê hevserokên navça Esenyurtê yên DEM Partiyê xistin binçav

18 November 2024 20:47 0 dîtin
Hêzên asayîsê hevserokên navça Esenyurtê yên DEM Partiyê xistin binçav

PeyamaKurd – Serdozgerê bajarê Îstenbolê bi sedema goya ber li PKKê bigrin, hevserokên navça Esenyurtê yên DEM Partiyê Abdullah Arınan û Rojda Yılmaz xistin binçav.

Sedema xistina binçav ya her dû hevserokan, li ser bîranîna kesa bi navê Gülşen Atalmış ku di sala 1992an de ji Bedlîsê tevlî PKKê bûye û di sala 1995an de hatiye jinavbirin e. Ji bo bîranîna Gülşen Atalmış, li navça Esenyurtê civîn hatiye kirin û di çalakiya ku hatiye kirin de, propoganda rêxistina terorê hatiye kirin.

Goya di avêtina ser DEM Partiyê ya Esenyurtê de delîlên bîranîna Atalmış ketine dest, weşanên qedexe û wêneyê Öcalan hatine bidestxistin.