Berdevkê AKPê Çelik: “Namzediya serokkomar Erdogan di rojeva me de ye”

13 January 2025 20:42 0 dîtin
Berdevkê AKPê Çelik: “Namzediya serokkomar Erdogan di rojeva me de ye”

PeyamaKurd – Berdevkê AK Partiyê Ömer Çelik ragihand ku namzediya serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di rojeva wan de ye. Çelik, piştî civîna rêvebiriya navendî ya AK Partiyê di daxwuyaniya xwe de got:

“Em wekî kesên bi serokkomar Erdoğan re dimeşin, namzediya wî di rojeva me de ye. Em ê li formulê binerin. Di siyasetê de rojekî gelek dirêje û salekî gelek kurt e. Ya girîng îrada milletê ye û di vê xetê de bicîhhatina wê ye.

Bi îzna Xwedê emê pêvajoyan bi rê ve bibin. Dema em li bûyerên dora xwe dinerin tecrübe û îrada siyasî ya serokkomarê me çendîn bi qiymete tê dîtin.