Wezîrê AKPê yê berê Huseyin Çelik: Karê qeyyûm bi vî halî ‘zezara eqle’

05 November 2024 20:46 0 dîtin
Wezîrê AKPê yê berê Huseyin Çelik: Karê qeyyûm bi vî halî ‘zezara eqle’

PeyamaKurd – Wezîrê perewerdê û çandê yê Akpê yê berê Huseyin Çelik li ser tayîna qeyyûman ya di şûna şaredarên DEM Parityê û CHPê de, di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku kiryar ‘ziyana eqle’. Çelik di mijarê de got:

“Welew şaredar sûcdar be jî, divê derfet bê dayîn ku yek ji meclisa şaredariyê bibe şaredar.”

Li ser qeyyûman damezrênerê AKP ê û hem wezîrê berê Hüseyin Çelik weha bertekê nîşanî biryara tayînkirina qeyyûman ya di şûna şaredarên Esenyurt, Mêrdîn, Xalfetî û Batmanê da. Çelik, di daxwuyaniya xwe de weha dewam dike:

“Maqamê wî çi dibe bila bibe, ti kes nikare sûc bike û dema sûc kir divê hesab bide. Herkesekî ku di derbarê wî/wê de biryara dadgehê tinebe, ew bê sûc e û mehsûm e. Di vî halî de karê qeyyûman ‘ziyana aqile’. Divê derfetê bidin endamekî meclisa şaredariyê da bibe şaredar.”.