Sekreterê berê yê NATOyê Stoltenberg, dibe wezîrê darayî yê Norweçê

04 February 2025 23:08 0 dîtin
Sekreterê berê yê NATOyê Stoltenberg, dibe wezîrê darayî yê Norweçê

PeyamaKurd - Sekreterê berê yê NATOyê Jens Stoltenberg, ragihand ku wê bibe wezîrê darayî (maliye) yê dewleta Norweçê. Li gor ragihandina Financial Timesê; wê Stoltenberg, li ser guherîna di kabînê de ya ji aliyê serokwezîrê Norweçê Jonas Gahr Store de, wekî parekî ji guherînê, dê Stoltenberg bibe wezîrê darayî.

Norweç, ji ber givaşên aboriyê yê Trump bi endîşeye lê Stoltenberg ji ber berê sekreterê giştî yê NATOyê bû û Îsweç û Norweçê kiribû endamê NATOyê, têkiliyên wî bi Trump re gelek başin.