Sekreterê NATOyê Stoltenberg: Em di hisyariyê de ne!
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, piştî 'bûyera moşekê' ya ku tê îdiakirin qada hewayî ya Polonyayê îxlal kiriye bi Serokkomarê Polonyayê Andrzej Duda re axivî, diyar kir ku NATO rewşê dişopîne û têkildarî bûyerê hişyariya xwe didomîne.
Beriya niha, Fermandariya Operasyonê ya Hêzên Çekdar ên Polonyayê ragihandibû ku danê sibê roja Înê ji aliyê Ukraynayê ve moşekeke esmanî ya nenaskirî derbasî qada hewayî ya Polonyayê bû û piştre ji radarê wenda bû.
Artêşa Polonyayê piştre ragihand ku ew moşek e û piştî ku bi qasî 40 kîlometre kûrahiya qada hewayî ya Polonyayê ket û vegeriya axa Ukraynayê, manevra kir.
Stoltenberg li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev daxuyanî da:
“Me bi Serokdewlet Duda re bûyera moşekê ya li Polonyayê gotûbêj kir. Piştgiriya xwe bi hevalbendê xwe yê NATO re nîşan dide û rewşê dişopîne. NATO hişyariya xwe didomîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin