Stoltenberg li ser Sekreterê Gistî yê nû yê NATOyê daxuyanî da
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir ku hevpeyman ji bo Sekreterê Giştî yê nû yê NATOyê pir nêzî biryarê ne û wiha got, "Li gorî min Mark Rutte namzedek pir bi hêz e."
Jens Stoltenberg di çarçoveya serdana xwe ya fermî de bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist. Stoltenberg diyar kir ku hevpeyman ji bo sekreterê giştî yê nû yê NATOyê pir nêzîkî biryarekê ne û îşaret bi Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte kir.
Stoltenberg got: "Ez wisa difikirim ku eşkere ye ku em di nav hevpeymaniyê de pir nêzîkî encamekê ne ku wê sekreterê giştî yê pêşerojê kî bibe. Ez difikirim ku ev nûçeyek baş e. Ez difikirim ku Mark Rutte berendamek pir bihêz e. Gelek tiştên wî hene. Ji ezmûna serokwezîrtiyê, ew heval û hevkarê min ê nêzîk e û wiha got: "Ji ber vê yekê ez bawer dikim ku hevpeyman wê di demek nêzîk de biryara cîgirê min bide û ev yek wê ji bo me hemûyan, ji bo NATOyê baş be."
Li NATOyê hilbijartina sekreterê giştî bi yekdengî ye, ji ber vê yekê her berendamek pêdivî bi piştgiriya her 32 hevpeymanan heye. Romanya li dijî namzediya Rutte ye ji ber ku Serokê Romanya Klaus Iohannis jî namzet e. Stoltenberg piştî nêzî deh salan ji wezîfeya xwe wê di meha Cotmehê de ji wezîfeya Sekreterê Giştî îstifa bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin