Sekreterê Gistî yê NATOyê Stoltenberg diçe Tirkiyeyê

11 April 2018 20:38 0 dîtin
Sekreterê Gistî yê NATOyê Stoltenberg diçe Tirkiyeyê

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ew ê di 16ê nîsanê da bi ziyareta fermî here Tirkiyeyê.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk hatin sitandin, Stoltenberg dê bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Hulusî Akarê Sererkan, Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva û Nurettîn Canîkliyê Wezîrê Parastinê re hevdîtinan bike.

Li bendê ne ku di temasên Sekreterê Giştî de li ser mijarên wekî têkiliyên Tirkiye-NATOyê, Operasyona Efrînê, amadehiyên Lûtkeya Brukselê ya 2018an bisekinin.