Parlementerê AKPê Abdurrahim Firat, bêrêziya li hemberê ala Kurdistanê sermezar kir

29 March 2025 17:15 0 dîtin
Parlementerê AKPê Abdurrahim Firat, bêrêziya li hemberê ala Kurdistanê sermezar kir

PeyamaKurd – Parlementerê AKPê yê bajarê Erzeromê Abdurrahim Firat tevlî bernama Rûdawê bû û li ser bêrêziya şaredarê Ankara yê CHPê Mansur Yavaş ku ji ala Kurdistanê re gotibû ‘paçawra’, bêrêziya wî şermezar kir. Firat bi xwe neviyê Şêx Seîdê kal e. Firat li ser mijara bêrêziya bo ala Kurdistanê, bi kurtayî weha got:

“Her al pîroz e. Ez bêrêziya li hemberê ala Kurdistanê û heqareta alê şermezar dikim. Bêrêziya ku hat kirin, em xîmgîn kirin. Bo Şêx Seîd û hevalên wî gelek bêrêzî tê kirin. Ala Kurdistanê aleka fermiye û di temamê dinyayê de tê naskirin.”