Meclisa Tirkiyê li nav hev ket: Parlementerê AKPê kulmê li Ali Bozan ê DEM Partiyê xist
PeyamaKurd – Di civîna meclisa Tirkiyê de bi sedema axaftinên Ali Bozan ê DEM Partiyê ku di derbarê AKP de kir û got ku “AKP diziyê dike, yê bê exlaq û bê terbiye hunin, ji devê we bêhna pîsitiyê te”, parlementerên AKP ê bertekê nîşanî wî dan.
Di pevçûnê de parlementerê AKPê yê bajarê Trabzonê Adil Karaismailoğlu kulmê li Ali Bozan xist. Bozan dikeve erdê.
Polîsê meclisê mudaxeleyê bûyerê kirin û serokê meclisê navber da civîna meclisê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin