Di meclisa Tirkiyê de parlementerê Suryanî bi Suryanî axifî lê IYI Pati xwe nerazî kir
PeyamaKurd – Di meclisa Tirkiyê de, di wexta civîna budçeyê de parlementerê Partiya DEMê yê Mêrdînê George Aslan, ji ber bi zimanê xwe yê bav û kalan axifî, parlementerên İYİ partiyê bertek nîşan dan û di encamê de kâtibe meclisê Yasin Öztürk ji dîwanê derket û navber dan celsa meclisê.
Di şûna Öztürk de katiba AKPyî Havva Sibel Söylemez ket şûna wî û civîn dewam kir. Ji parlementerên İYİ Partiyê Lütfü Türkkan û Ayyüce Türkeş berteka mezin nîşan dan parlementerê Suryanî.
Türkkan, di meclisê de got ku bila ‘di mala xwe de bi zimanê xwe biaxife lê vê derê meclise.’ Ayyüce Türkeş jî got; ‘Wê herkes li vê derê bi Tirkî biaxife.’
Cîgirê serokê grûba İYİ Partiyê yê meclisa Tirkiyê bertekê nîşanî wekîlê serokê meclisê Sırrı Sureyya Önder da û got ku ew qebûl nakin li dijî destûrê kes biaxife û armanc siyasiye. Cîgirê serokê grûba AKPê Muhammet Emin Akbaşoğlu mafê axaftinê xwest û got:
“Wateya ziman fêmkirine. Di dinyayê de bi hezarî ziman hene. Her ziman ciyê rêzêye. Pîroz e. Li gor destûra me zimanê fermî Tirkiye. Em mecbûrin li vê derê bi Tirkî biaxifin. Hun li vê derê bi çi zimanî biaxifin jî, herkes ne mecbûre wan zimanan bizanibe.”
Li ser mijarê dema celse destpêkir, wekîlê serokê meclisa Tirkiyê Sırrı Sureyya Önder weha got:
“Hun serê min jê bikin jî ez mudaxeleyê wan kesan nakim yên ku bi zimanê xwe xewna xwe dibîne û lorikan guhdarî dike. Ez şerm dikim…. Ez li bajarê Kurda, kurê dê û bavekî Tirk hatime dinyayê. Hun dibêjin gelo ew li vê derê çêrî me dike? Dema kurê Kurd di dibistanê de dest bi pola seretayî dike, hun ji axaftina George Aslan çi fêm dikin, ewladê Kurd jî weka we ji wê Tirkiya dibistanê fêm bike.
Kes bi çêra xwe li vê derê kêm naxîne. Temsîla zimanekî û milletekî dike, çima çêra bike? Silavekiye û em ê ji silava Xwedê re rêz bigrin. Eger ew rêzgirtin nebe, nabe. Ti zimanekî dinyayê an baweriyekî heyî min aciz nake. Eger ew rêzgirtin ji dilê mirov nê jî, divê mirov tehemmula wê bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin