Parlementerê AKPê derbarê biryara YSKê de axivî: Dibe rojî têra xilasiya me neke

07 May 2019 12:00 0 dîtin
Parlementerê AKPê derbarê biryara YSKê de axivî: Dibe rojî têra xilasiya me neke

PeyamaKurd – ParlementerêPartiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Mustafa Yeneroglu bal kişande ser hiqûqê û AKPyî hişyar kir û got dibe ku rojiya ku em digirin têra xilasiya men eke.

Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) derbarê duberekirina hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê biryara xwe ya krîtîk da. YSKê biryar da ku hilbijartinên Stenbolê bên dûbare kir.

Piştî biryarê parlamenterê AKPê Mustafa Yeneroglu peyameke balkêş belav kir.  Yeneroglu bal kişande ser hiqûqê û AKPyî hişyar kirin û got dibe rojiya em digirin têra xilasiya me neke.

Yeneroglu ev peyam da: “Mafnasê mezin Ebu Henîfe dibêje ‘dema hûn li mihrabê dengê hiqûqê kêm bikin, Xwedê jî deng û henaseya we kêm dike’. Her cara ku  em vê dixwînin û em dilerzinin. Paşîva we bi xêr be…. Wekî din dibe ku rojiya ku em digirin, têra xilasiya me neke.”