Parlementerê berê yê AKPê Metin Kulunk nexseyek armanca AKPê diyar dike parve kir

29 August 2020 14:35 0 dîtin
Parlementerê berê yê AKPê Metin Kulunk nexseyek armanca AKPê diyar dike parve kir

PeyamaKurd – Parlementerê berê yê AKPê Metin Kulunk ê gelekî nêzîkî Erdogan e, bi peyamakê û nexşeyeke bi navê ‘Tirkiyeya Mezin’ ji dema Selçûkiyan maye, armanca AKPê ya niha eşkere dike parve kir. Di nexşeyê de, di hundurê sînorê Tirkiyê de; Yunanîstan, Deryaya Rojhilata Navîn, Qibris, Bulgarîstan, Ermenîstan, Gurcîstan, Iraq, Suriye û tevahiya Kurdistanê wekî Tirkiye hatiye nîşandan.

Di peyama xwe de Metin Kulunk dibêje: ‘‘Rojava ji bo vê yekê êrîşî Tirkiye dike, ji ber ku, ew milletê di sala 1938an de xistibûn xeweke giran, di 15ê Tîrmehê de şiyar bûn û bi ruhê 1071 berê xwe dan Sûriyê, Deryaya Navîn(Spî) û Efrîqayê.

Herwiha Kulunk bal kişand ser Şerê Melezgîrê û destnîşan kir: ‘‘Neviyên wan ên dixwestin me ji Anatolya derxe, îro dixwazin me ji Derya Spî derxin. Bila qet guman bi wan re çênebe, em ê li Derya Spî jî wan têk bibin.’’