Parlementerê berê yê Batmanê Ataullah Hamîdî wefat kir

01 March 2024 21:07 0 dîtin
Parlementerê berê yê Batmanê Ataullah Hamîdî wefat kir
PeyamaKurd – Şaredarê berê yê Batmanê û hem parlementerê berê yê Batmanê Ataullah Hamîdî di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Ataullah Hamîdî di navbera salên 1984-1994an de li Batmanê şaredarî kir. Di navbera salên 1987-1990an de serokê yekîtiya şaredariyên Rojhilat û başûrê Rojhilat bû.  3 dewre jî parlementeriya bajarê Batmanê kir.

Ataullah Hamîdî ji mala şêxê Hamidiya ye ku bi eslê xwe Stewrî ne. Kurê Şêx Hîvzullahê kurê Şêx Fethullahê Eynkafê ye ku Şêx Fethullah di tevgera 1925an de hatibû desteserkirin û piştî darizandinê wî sirgûnê bajarê Manîsa û paşî şandibûn Yalovayê.

Wê cenazê Ataullah Hamîdî ji Ankara bibin Batmanê û li wê derê defin bikin. Hamîdî xwediyê 6 zarokan bû.