Parlementerê berê yê Batmanê ji HDP ê îstîfa kir

26 November 2019 02:00 0 dîtin
Parlementerê berê yê Batmanê ji HDP ê îstîfa kir

PeyamaKurd- Parlementerê berê yê Batmanê Mehmet Ali Aslan ku dewreyekî jî parlementeriya Mêrdînê kiribû, ji HDP ê îstîfa kir. Aslan li otêlekî derket ber çapemeniyê û ragihand ku ji partiya xwe îstîfa kiriye. Aslan sedema veqetandina xwe weha got:

“Ji hevqetandin û bêqedirkirin, partiyê kiriye weka dewra şerê sar û partî gihaye asta grûbên çep yên marjinal û em bi xemgînî vêya dibînin. Partî ji armanca damezrêneriya xwe dûr ketiye û navend ketiye destê grûbên hîzîbkar. Ne mumkune ku mesafe qeyd bike û bipêş bikeve. Wendakirina şaredariyan ne di xema wan de ye. 37 şaredariyên vê dawiyê ku me wenda kir îsbata vêya ye.

Aslan got ku kesên ku li dijî van xeletiyan dertên ji wan re dibêjin; dengê xwe dernexin, pêvajo girane, wê roj were hesab bê pirsin û bi van gotinan derbas dikin. Kesên gelek baş hene ji partiyê hatine dûrkirin an di zîndanan de terka wan hatiye kirin. Aslan dibêje ku kesên nelayîqin di nav partiyê de lipêşin û HDP sermaya xwe qedandiye.

Li ser van gotinan parlementerê Dêrsimê Alican Önlü di ser hesabê xwe yê whatsapp ê de bertek nîşanî Aslan da û weha got:

“Car din behsa Demirtaş û HDPê neke. Tu her dûyan gemarî dikî. Ji partiyê dûr bimînî bi xêrtir e.”