Wezîrê darayî yê Tirkiyê Simsek: “Min îstîfa nekiriye û xeberên digerînin rast nînin”
PeyamaKurd – Di derbarê wezîrê darayî û Xezînê yê Tirkiyê Mehmet Şimşek de, di bazara siyasî de xeber dihat gerandin ku wezîr Mehmet Şimşek ji karê xwe îstîfa kiriye. Li ser gotinên di nav siyasetvanan de digerin Mehmet Şimşek weha got:
“Min îstîfa nekiriye û gotinên di seha siyasî de digerin rast nînin. Di vê pêvajoya zahmet de em daîma desteka serokkomarê xwe hîs dikin. Em îznê nadin bi gotinên çêkirî aboriya me û bazarên me bikevin bin bandora neyînî.”
Wezîr Mehmet Şimşek di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:
“Wisa xwuya dike daxwuyaniyên fermî têr nekerine û vê carê ezê li vê derê binvîsim. Min îstîfa nekiriye. Sanaryoyên tên gerandin rast nînin. Rêvebiriya aboriyê bi riha tîmekî dimeşe. Em zanin me berpirsiyariyekî mezin girtiye ser xwe. Bi vê berpirsiyariyê, ji bo em bigihên rewşekî baştir, em dixebitin.
Îstîqrara aboriyê û bernama reformê bi serkeftin dimeşe û me dest bi sitendina encamên xebata xwe kiriye. Rezervên Banka Navendî baş bûne. Daketina enflasyonê destpêkiriye. Deynê carî kêm bûye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin