Wezîrên darayî yên Tirkiyê û Erebistana Si’ûdiyê hevdîtinekî pêkanîn
PeyamaKurd – Wezîrê xezînê û darayî yê Tirkiyê Nureddin Nebati û wezîrê darayî yê Erebistana Si’ûdiyê Muhammed Bin Abdullah Al-Cadan li Misrê hevdîtinekî pêkanîn. Wezîr Nebati babetê di ser hesabê xwe yê medya civakî Twitterê de ragihand. Nebati ragihand ku hevdîtin di çarçoveya civîna Banka Îslamê ya Geşepêdanê de hatiye kirin. Nebati weha got:
“Di dawiya civînê de me bi wezîrê darayî yê Erbistana Si’ûdiyê Al-Cadan re hevdîtinekî pêkanî. Me di mijara rakirina astengiyên li ber bazirganiya her dû dewletan û teşwîqa di asta herî bilind ya di navbera her dû dewletan de şêwra xwe bi hev kir. Me her weha behsa entegrasyona aboriyê ya herêmê û di asta bilind de behsa pêşdebirina torên bingehîn kir.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin