Erebistana Si’ûdiyê hinek berhemên Tirkiyê nema dixwazin

28 November 2020 02:17 0 dîtin
Erebistana Si’ûdiyê hinek berhemên Tirkiyê nema dixwazin

PeyamaKurd – Rêvebiriya Erebistana Si’ûdiyê piştî biryarê da, peyamê ji Meclisa Yekîtiya Îxrackaran (TİM) re şand û got ku hinek berhemên Tirkiyê, kirîna wan dane rawestandin. Li gor peyama ku ji hinek endamên TİM ê re şandine, ji Tirkiyê îxracata goştê sor û sipî, hêk, hingiv û şîr bi awayekî fermî dane rawestandin.

Piştî têkiliyên navbera Tirkiyê û Erebistanê sar bûn, di mijara firotina malên Tirkiyê bo Erebistanê jî kêm bû. Hefteya borî, wezîrê karên derve yê Erebistanê Feysel Bîn Ferhan bo ajansa Reustersê, di derbarê bazirganiya navbera Tirkiyê û welatê xwe de weha gotibû:

“Ti nîşanekî tine ye ku berhemên Tirkiyê bi awayekî ne fermî hatine boykotkirin. Têkiliyên me bi Tirkiyê re baş û mukemmelin.”