Erebistana Si’ûdiyê 60 TIR ên Tirkiyê serbest berda

03 August 2019 01:42 0 dîtin
Erebistana Si’ûdiyê 60 TIR ên Tirkiyê serbest berda

PeyamaKurd- Erebistana Si’ûdiyê ji 21 ê temmûzê heya niha 85 TIR ên Tirkiyê li Erebistanê dide rawestandin. Lê Erebistan îro îzna derbasbûna 60 heb TIR an da, da di lîmana Dûbayê de derên Behra Sor. Li gor ragihandina ajotvanan ku gihandine çapemeniya Tirkiyê; wê 15 TIR ên din jî sibê ji Erebistanê derên ber bi Tirkiyê de.

Bo TIR ên Tirkiyê ji Erebistanê derên û werin lîmana bajarê Îskenderûnê, wezîra Bazirganiyê ya Tirkiyê Ruhsar Pekcan bi wezîrê bazirganiyê yê Erebistanê re bi rêya telefonê hevdîtin kiribû. Bo her 85 TIR di gumrika Erebistanê de derbas bibin, balyozê Tirkiyê bi dewleta Erebistanê re ketibû nav têkiliyan û her weha li Ankara jî Tirkiye bi balyozxaneya Erebistanê re bo mijarê ketibû nav têkiliyan.