Dadgehê neviya Sêx Seîd bi mercê ku her roj ala Tirkiyê parve bike serbest berda

27 December 2023 20:09 0 dîtin
Dadgehê neviya Sêx Seîd bi mercê ku her roj ala Tirkiyê parve bike serbest berda

PeyamaKurd – Yek ji neviya Şêx Seîd ku li navçeya Xinis a Erziromê hatibû desteserkirin, bir mercê kontrola edlî û her roj parvekirina ala Tirkiyê li ser medya civakî hate berdan.

Parêzerê Malbata Şêx Seîd Ensar Firat ku bi xwe jî endamê malbatê ye got, dotmama wî Noşîn Firat li Xinisa Erziromê ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin û sedem jî ew e ku sala 2014an de beşdarî civîneke Kongreya Civaka Demokratîk bûye.

Ensar Firat bibîr xist, piştî wergirtina îfadeya Noşîn Firat, ew bi mercê ku heftê 3 rojan îmzeyê bide û her roj ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî Ala Tirkiyeyê parve bike, hatiye berdan.

Baroya Diyarbekirê li ser vê biryarê doza gilî li dadwerê Dadgeha Xinisê li Desteya Dadwer û Dozgeran a Bilind kir û ragihand ku erka darazê nabe bi awayê kêfî were bikaranîn ku dadger di biryara xwe de gotiye, ger her roj ala Tirkiyê parve neke, dê Noşîn Firat bişînin girtîgehê.