Yekîtiya Ewropayê mercên serbestiya vîzeyê bo Tirkiyê eskere kir
PeyamaKurd – Li gorî medya Tirk çavkaniyên Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo mijara serbestiya vîzeyê ku hikûmeta Tirkiyeyê daxwazê dike, ragihandine ku dê payîzê de hevdîtin li ser mijarê bê kirin.
Çavkaniyên Ewropî mercên serbestiya vîzeyê jî eşkere kirine û gotine, divê pêşî li Tirkiyeyê di mijara azadiyên bingehîn ên mirovan de pêşveçûn pêk were û peymanên ku Tirkiye jî aliyekê wê yê werin cîbicîkirin.
Li gorî rayedarên YEyê pêwîste Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan ên derbarê kesayetên wekî Osman Kavala û Selahattîn Demirtaş de, bicih werîne ku niha atmosfereke baş bi hikûmeta nû ya Erdogan re di pêwendiyan de çêbûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin