Yekîtiya Ewropayê hemû hêsankariyên vîzeyên Rûsî betal kir

31 August 2022 19:40 0 dîtin
Yekîtiya Ewropayê hemû hêsankariyên vîzeyên Rûsî betal kir

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê (YE) di civîna îro 31ê Tebaxê ya wezîrên derve de ku li paytexta Çekya Pragê li dar xist, li ser qedexekirina vîzeyê bo welatiyên Rûsyayê li hev kir.

Nûnerê Polîtîkayên Bilind û Ewlekariyê yê YEyê Josep Borell, piştî civînê ragihand ku welatên endamên YEyê li ser hilawistina hêsankariyên vîzeyê bo Rûsyayê li hev kiriye û bi vê biryarê re, wê hejmara dayîna wîzeyên nû bo welatiyên rûs gelekî kêm bibe.

Borell da zanîn ku êdî wê ti hêsankarî bo dayîna vîzeyên welatiyên rûsî neyê kirin û diyar kir, “Em dîsa jî naxwazin xwe ji civaka sivîl a rûsî ku li dijî şerê Ukraynayê derdikeve cuda bigirin.”

Li gorî vê biryara YEyê wê bi milyonan welatiyên rûsî bi pasaportên Rûsyayê nikaribin ji bo çûyîna welatên Ewropayê vîzeyê bistînin.

Welatên Baltikê, Polonya, Finlandiya, Çekya û hin endamên din ên YEyê dixwazin bi temamî dayîna vîzeyê bo welatiyên Rûsî bê qedexekirin, lê Fransa, Almanya, Yunanistan û Kibrisa Başûr li dijî wê derdiketin.