Yekîtiya Ewropayê bang li hemû welatan kir: Divê çek bên dabînkirin
PeyamaKurd-Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen, bang li hemû welatan kir û got ku çekên sivik an jî giran ferq nake, divê bi awayekî lezgîn ji bo Ukraynayê çek bên dabînkirin.
Ursula von der Leyen, di banga xwe ya ji bo Ukraynayê de got ku Ukrayna encax bi dê dabînkirina çekan li hember Rûsyayê bikaribe têbikoşe û di têkoşîna xwe de bi ser bikeve. Seroka Komîsyona YEyê qala dorpêçên nû yên li ser Rûsyayê jî kir. Ursula von der Leyen got, pakêta 6emîn a dorpêçê li ser bankavaniyê ye; niha em li Sberbankê dinihêrin ku dahata bankavaniya Rûsyayê ji %37 li ser vê bankayê ye.
Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyen bal kişand ser şerê navbera Rûsya û Ukraynayê û da zanîn ku divê ji bo dawîlêhatina şer her tişt bê kirin. Bi berdewamî got ku dibe ku şer bi mehan, heta bi salan jî bidome û divê em xwe ji vê re jî amade bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin