Yekîtiya Ewropayê, fonên wan welatan disîne Ukrayna û Moldovayê
PeyamaKurd- Rayedarên Yekîtiya Ewropayaê (YE) ragihand ku e wê fonên ku ji bo Rusya û Belarusê hatine veqetandin, ji Ukrayna û Moldovayê re bên şandin.
Komîsera Komîsyona Ewropayê Elisa Ferreira ragihand ku Yekîtiya Ewropayê, bernameyên hevkariyê yên 135 milyon euroyî yên ku berê ji bo Rusya û Belarusê veqetandibû, betal kir û biryar da ku van pereyan biguhezîne da ku hevkariya bi Ukrayna û Moldovayê re xurt bike.
Elisa Ferreira, di van agahiyên ku di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re ragihand de diyar kir ku ev biryar encama şerê "hovane" yê Rusyayê ya li ser Ukraynayê hatiye dayîn.
Her wiha YEyê jî biryar da ku li Fînlandiya, Estonya, Letonya û Polonya, herêmên di çarçoveya bernameya hevkariyê ya bi Rusya û Belarusê re dikarin beşdarî bernameyên din ên heyî bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin