Yekîtiya Ewropayê, li dijî 2 welatan dorpêçên nû disepîne

12 December 2022 17:00 0 dîtin
Yekîtiya Ewropayê, li dijî 2 welatan dorpêçên nû disepîne

PeyamaKurd- Wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ewropayê (YE), pakêtên nû ya dorpêçan li dijî Îran û Rusyayê disepînin. Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yên Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell da zanîn ku ev pakêt, dorpêçên gelek dijwar dihundirînin.

Josep Borrell, kêliyek beriya Civîna Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku di rojeva wezîrên karên derve de dorpêçên li ser Îran û Rusyayê hene û wiha got:

"Em pakêteke gelek û pir tund a dorpêçan, li dijî Îranê disepînin.”

Borrell diyar kir ku êvara 9ê Kanûnê, wî bi hevtaya xwe re peywendiyeke telefonî kiriye û diyar kiriye ku Îranê di rojên dawî de şandina çekan bo Rusyayê û darvekirina 2 kesan gotûbêj kiriye û wê jî ev rewş şermezar kiriye û ragihandiye ku ew xemgîn bûye.

Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewropayê jî li ser mijarê got: “Divê Îran fêm bike ku YE bi tundî wan mehkûm dike û ligel jinên Îranî ye ku piştgirî didin xwepêşandanên aştiyane."

Borrell got, "Wezîrên 27 welatên endam xwedî nêzîkatiyeke cuda ne. Komîsyonê tenê pêşniyaz kir. Encûmen dê biryarê bidin. Dibe ku di dawiya rojê de rewşeke erênî çêbibe lê hîn jî pirsgirêk hene ku werin lihevkirin."

YEyê, di 17ê Cotmehê de li ser 11 kes û 4 rêxistinan û di 14ê Mijdarê de jî 29 kes û 3 rêxistinan di derbarê destwerdana li xwepêşandanên gel ên piştî mirina Mahsa Emînî de biryar dabû.