Yekîtiya Ewropayê, dorpêçên li ser Îranê berfireh dike

26 June 2023 17:00 0 dîtin
Yekîtiya Ewropayê, dorpêçên li ser Îranê berfireh dike

PeyamaKurd- Yekîtiya Ewropayê (YE) bi hinceta ku li Îranê "binpêkirinên giran ên mafên mirovan" hene, biryara sizakirina 7 Îraniyan da.

Li gorî daxuyaniya Konseya Ewropayê, di dema ku Civîna Wezîrên Karên Derve dewam dikir de pakêta 9emîn a sizayên li dijî Îranê hat qebûlkirin.

Di vê çarçoveyê de ligel dozger û dadwerekî Îsfehanê bi hinceta ku piştî xwepêşandanên nerazîbûnê di darvekirina hin kesan de rola wan hebûye.

Her wiha parêzgarê bajarê Amolê û fermandarê yekîneya pasdarên şoreşê li bajarê Kerecê bi sedema kuştina 2 xwepêşanderan ketine lîsteya cezayên Yekîtiya Ewropayê.

Piştî zêdekirina dawîn hejmara kesên di lîsteya dorpêçên Yekîtiya Ewropayê yên li dijî Îranê de derket 223yan û di lîsteyê de 37 rêxistin jî cih digirin.

Sizayên YEyê; qedexeyên rêwîtiyê, cemidandina mal û milkan û sizayên li ser kes û saziyan e û aborî astengkirina dabînkirina çavkaniyan jî di nav van sizayan de cih digirin.

Yekîtiya Ewropayê, ji Cotmeha 2022yan ve bi sedema destwerdana hêzên ewlehiyê yên Îranê di xwenîşandanên ku piştî mirina keça Kurd a ciwan a Jîna Emînî, 8 pakêtên sizayan bi kar hanîn.