Yekîtiya Ewropayê êrîsa Îranê ya ser Îsraîlê bi tundî sermezar kir

14 April 2024 12:05 0 dîtin
Yekîtiya Ewropayê êrîsa Îranê ya ser Îsraîlê bi tundî sermezar kir

PeyamaKurd- Berpirsê Bilind ê Pêwendiyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê (YE Josep Borell û Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula vonder Leyen êrîşa Îranê ya bi drone û moşekên balîstîk bi ser Îsraîlê de şermezar kirin.

Josep Borell di peyama xwe de got, “YE êrîşa Îranê ya bi ser Îsraîlê de ku nayê qebûlkirin bi tundî şermezar dike. Ev rageşiya bêmînak ji bo ewlehiya herêmê gefeke cidî ye.”

Herwiha Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula vonder Leyen jî li ser medya civakî ragihand ku ew êrîşa neheqî ya Îranê bi ser Îsraîlê de bi tundî şermezar dike û got: “Bang li Îranê û wekîlên wê dikin demildest van êrîşan rawestînin. Êdî pêwîste hemû aktor ji zêdekirina rageşiyê dûr bisekinin û hewla dabînkirina îstiqrarê ji nû ve li herêmê bidin.”