Yekîtiya Ewropa û Brîtanyayê dorpêçên nû li ser sazî û berpirsên Îranê sepandin

15 October 2024 19:42 0 dîtin
Yekîtiya Ewropa û Brîtanyayê dorpêçên nû li ser sazî û berpirsên Îranê sepandin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Yekîtiya Ewropayê (YE), dorpêç li ser 3 kompaniyên geştên asmanî û hejmarek berpirsên Îranê sepand.

Hevdem Brîtanyayê jî 7 payebilindên leşkerê, 2 sazî û dezgehên girêdayî wan ên Îranê xist lîsteya reş a dorpêçan.

Hate zanîn, YEyê dorpêç daniye ser Iran Air, Mahan Air û Saha Airlines û Hemze qelenderî yê Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê, Bêhnam Şehriyarî yê fermandarê yekeya 190 a hêza Quds a Supaya Pasdaran, Elî Şadimanî yê cîgirê hevahengiya biryargeha Xatemulenbiya, Elî Ceiferabadî yê fermandarê hewafeza ya pasdaran, Mehdî Gûgirdçiyan ê birêveberê kompaniya berhemanîna balafirên Îranê, Riza Xusrewî Meqdem ê berpirsê veguhestina moşekan bo Rûsyayê û Ehmed Nûşîn ê birêveberê saziya hewafeza ya Îranê bi sedema rola wan a dabînkirin û veguhestina moşekan bo Rûsiyayê xistine nava lîsteya dorpêçan.

Ofîsa birêveberina dorpêçên malî yên Birîtaniyayê (OFSI) jî ragihand ku Mihemed Huseyn ê fermandarê artêşa Îranê, Mihemed Kazimî yê serokê îtilaata Supaya Pasdaran, Ebdulrehîm Mûsewî yê fermandarê artêşê, Elîmihemed Nayînî yê berdevkê Supaya Pasdaran, Huseyn Pûrferzane yê birêveberê ofîsa saziya Ferzanigan, Hebîbullah Seyarî yê serokê stada hevpar a artêşê, Hemîd Wahidî yê fermandarê hêza asmanî ya artêşa Îranê û saziya asmanî ya Îranê (SAFA) û ofîsa Ferzanigan a beşa berevaniyê, bi sedema ku rola wan di berhemanîn û piştevanîya bernameya cebilxaneya Îranê bo encamdana kiryarên tundûtîj li dijî welatan hebûye, li nav lîsteya dorpêçan hatine zêdekirin.