Yekîtiya Ewropa li ser pakêta nû ya dorpêçên ser Rûsyayê li hev kir

20 June 2024 17:30 0 dîtin
Yekîtiya Ewropa li ser pakêta nû ya dorpêçên ser Rûsyayê li hev kir

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku wan li ser pakêta 14emîn a dorpêçên ser Rûsyayê ku qedexeya gaza siruştî ya siftkirî (LNG) jî li xwe digre li hev kiriye.

Li ser hesabên fermî yê medya civakî yê Seroka Yekîtiya Ewropa ya Serdemê Belçîkayê hate belavkirin; "Balyozên YEyê wek bertekek bihêz a dijî êrîşkariya Rûsyayê, li ser pakêta 14emîn a girîng ya dorpêçan li hev kir.”

Hate diyarkirin ku dê bi dorpêçên nû re valahiyên pakêtên berê yên dorpêçên ser Rûsyayê bên dagirtin.

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen jî got: "Ez bi kêfxweşî lihevkirina li ser pakêta me 14emîn a dorpêçên ser Rûsyayê pêşwazî dikim.”

Von der Leyen da zanîn ku wê bi pakêta nû ya dorpêçan re, xwegihandina Rûsyayê ya teknolojîn girîng bê astengkirin û dahata enerjiyê ya Moskowê jî kêm bibe.