Ji Parêzerên Rojavayê Kurdistanê bangeke lezgîn bo NY û Yekîtiya Ewropayê
PeyamaKurd – Hejmarek parêzerên Rojavayê Kurdistanê yên di bin banê Yekîtiya Parêzerên Herêma Cizîrê de, li ser êrîşên berdewam ên çekdaran û artêşa Tirkiyê li ser herêmê bangeke lezgîn li civaka navdewletî, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê kir.
Di daxuyanîya ku bi zimanê îngilîzî ji aliyê berpirsa ragihandinê ya Meclisa Edaleta Civakî Bêrîvan Faris Resûl û bi zimanê erebî ji aliyê hevseroka Yekitiya Parêzeran Heyfa Hesen ve hate xwendin de, hate gotin: “Em wek parêzer, dadwer, xebatkarên dadweriyê û çalakvanên mafên mirovan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dixwazin bala we bikişînin ser rewşa aloz û metirsîdar û gefa li dijî aştî û aramiya herêma me.”
Hate diyarkirin: “Tirkiye bi helwêstên xwe yên dijmirovî têvdana ji bo kuştin û qirkirna li dijî pêkhateyeke bingehîn a gelê Sûriyê dike, herî dawiyê jî serokê rejima tirk Erdogan got, ger kurd çekên xwe radest nekin, em ê wan tevû çekên wan binax bikin. armanca van gefan têkbirina ezmûna Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ku li hember rêxistina terorîst a DAIŞ’ê bû asteng. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di şerê li dijî terorîzmê de, bi piştgiriya hevpeymaniya navdewletî ya bi serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û hevkariya zêdetir ji 80 welatên ewropî û erebî, qurbaniyên pir mezin dan, lê îro em rûbirûyê hewildanên berdewam ên Tirkiyê ên têkbirina vê ezmûnê û têkbirina ewlehî û aramiya herêmê dibin. Herî dawî jî bajarê Minbicê yê Sûriyeyê dagir kir û niha jî hewil dide Kobanî ku li cîhanê bûye sembola têkoşîn û berxwedanê li dijî terorê, dagir bike. "
Parêzer û mafnasan di daxuyaniya xwe de got girîng e HSD di her pêvajoya danûstandinan de bi hikûmeta Şamê re xwedî roleke diyarker be û wiha hate gotin: “Çi çareseriyeke ji bo siberoja Sûryeyê divê mafên Kurdan û mafên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûryeyê biçesipîne , din nav de jî pejirandina sîstema nenavendî ku em dibînin ew sistem dikare mafên me yên xwerêvebirnê, dadmendî û wekheviyê, misoger dike.”
Yekitiya Parêzeran dawiyê jî bang li saziyên navneteweyî, bi taybetî Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê kir ku mekanîzmayeke navdewletî ya ku beşdarbûna HSD di danûstandinên siyasî yên ligel hikûmeta Sûriyeyê de misoger dike, peyda bikin.
Herwiha hate diyarkirin: “Herwiha em ji bo mafên xwe yên neteweyî û çandî gerandtiyên destûrî dixwazin. Gerantiyên ku Sûryeya siberojê wê pirreg be, li ser rêgezên nanavendiyê ku rêzê li mafên hemû pêkhateyan digire.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin