Ji Demîrtas ji bo 82 parêzerên Rojavayê Kurdistanê spasname

30 May 2024 13:24 0 dîtin
Ji Demîrtas ji bo 82 parêzerên Rojavayê Kurdistanê spasname

PeyamaKurd - Selahattîn Demîrtaş, ji 82 parêzerên ji Rojavayê Kurdisanê ku li ser doza Kobaniyê û cezakirina wî ji Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropayê (YE) xwastibûn ku ji bo Demîrtaş serbest bê berdan zextan li Tirkiyeyê bisepînin, spasnameyekê şand.

Demirtaş di spasnameya xwe de kêfxweşî û serfiraziya xwe ya ji ber vê hewla parêzeran destnîşan kir û got:

"Birayên min ên ezîz û hevpîşeyên min ên hêja. Ez bi wê banga we kêfxweş û serbilind bûm ku we li ser navê min piştgirî daye siyasetmedarên ku bi awayekî neyasayî li girtîgehan tên girtin. Helbet em dê bi hev re li ber xwe bidin û darizandinên tolhildanê yên wan kesan pûç bikin ku tehemulî berxwedana dîrokî ya Kobaniyê nakin ku tê wateya parastina rûmeta mirovahiyê ya li hemberî xwînmijiya DAIŞê.

“Dilê me bi gelê me re ye”

Herçiqasî em di şaneyê de bin jî dilê me û rihê me bi gelê me re ye ku li derve li ber xwe dide. Ez yek bi yek spasiya we tevan dikim û ez hêvî dikim ku em di rojên azad de hev bibînin. Silav û hezkirin.”

Di 16ê Gulanê de, 22yemîn Dadegeha Cezayên Giran a Sîncanê ya Enqereyê ya Tirk, biryarên Doza Kobaniyê eşkere kiribû.

Ji ber dozê bi giştî 108 siyasetmedar û endamên HDPyê dihatin darizandin û 18 ji wan girtîbûn.

Dadgehê bi tawanbariya 47 tawanên cuda bi giştî 42 sal cezayê zîndanê da hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş.

Herwiha dadgehê gelek cezayên pir giran jî dan siyasetmedarên Kurd ên ku ji ber vê dozê dihatin darizandin.

Piştî vê yekê 81 parêzerên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê yên ku li welatên Ewropayê yên wekî Almanya, Brîtanya, Norwec, Holendayê dijîn, ji NY û YEyê re daxwaznameyek nivîsîn û xwastin ku cezayên ku hatine dayîn bên betalkirin.