Yekîtiya Ewropa ji bo Qeter û Kuweytê heta 90 rojan serbestiya vîzeyê tîne
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ji bo rakirina vîzeyê bo welatiyên Qeter û Kuweytê pêşniyar yasayek amade kiriye û li gorî wê serdanên heta 90 rojan wê ji bo welatiyên wan welatan bê vîze bin.
Di pêşniyar yasaya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê de hatiye diyarkirin ku wê welatiyên Qeter û Kuweytê yên xwedî pasaportên biyometrîk, di serdanên xwe yên ji 90 rojan kêmtir ên ji bo karsazî, tûrîzm û serdanên taybet ji bo welatên Yekîtiya Ewropayê ji vîzeyê mûaf bên girtin.
Hat ragihandin ku ew pêşniyar qanûn bi nirxandina têkiliyên ligel her du welatan li ser pîvanên wekî koçberiya neqanûnî, ewlekarî û berjewendiyên aborî hatiye amade kirin.
Hat zanîn ku piştî ew pêşniyara Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ji aliyê Parlamentoya Ewropayê û Konseya Yekîtiya Ewropayê ve were lêkolînkirin wê biryar li ser were dayîn. Dema ew pêşniyar were qebûlkirin jî wê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bi Qeter û Kuweytê re li ser peymanên cuda yên rakirina vîzeyê hevdîtinan bidin destpêkirin.
Li gorî zanyariyan wê Yekîtiya Ewropa bi dewletên din ên Kendava Erebî re jî li ser rakirina vîzeyan hevdîtinan bide destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin