Yekîtiya Ewropa: Me heta niha 6 milyar Euro ji bo penaberan daye Tirkiyê

18 December 2020 18:11 0 dîtin
Yekîtiya Ewropa: Me heta niha 6 milyar Euro ji bo penaberan daye Tirkiyê

PeyamaKurd - Serokê Delegasyona Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Balyoz Nikolaus Meyer Landrut, ragihandiye ku li gorî peymana 18ê Adara 2016an a navbera Tirkiyê û YE heta niha 6 milyar euro alîkarî ji bo penaberan gihîştiye destê Tirkiyê.

Nikolaus Meyer Landrut daye xuyakirin ku tevahiya pereyên ku di peymanê de hatiye diyarkirin gihîştiye destê Tirkiyê ku ew jî 6 milyar euore ye.

Landrut herwiha diyar kiriye ku herdu alî (Tirkiye-YE) qonaxeke girîng li pey xwe hiştine û divê êdî bala xwe bidin ser ku penaber û civaka xwedî mal jî sûdê ji wan projeyan bistînin.