Yekîtiya Ewropa zêdetirî 200 milyar euroyê Rûsyayê cemidand
PeyamaKurd – Berdevkê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Christian Wigand, di civîneke rojnamevanî ya li Brukselê de, derbarê dorpêçên ser Rûsyayê yên cemidandina diravên Banka Navendî ya Rûsyayê de daxuyanî dan.
Wigand da zanîn ku di çarçoveya pakêta 10emîn a dorpêçên ser Rûsyayê de, heta niha zêdetirî 200 milyar euroyê Banka Navendî ya Rûsyayê li Yekîtiya Ewropayê hatiye cemidandin.
Berpirsê Ewropî destnîşan kir ku YE bi biryar e bedelê ziyana Rûsyayê ku li ser Ukraynayê kiriye, pê bide dayîn û xebatên di vê derbarê de dewam dikin.
Herwiha Wigand, diyar kir ku yek ji bijardeyan jî ew e ku YE faîza pereyên Rûsyayê ji bo Ukraynayê bide bikaranîn.
Li gorî amaran ji destpêka şerê Ukraynayê ve, welatên Rojava bi qasî 300 milyar dolarê Banka Navendî ya Rûsyayê cemidandiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin