Fransa: Ukrayna nikare heta 20 salan jî bibe endamê Yekîtiya Ewropayê

22 May 2022 20:34 0 dîtin
Fransa: Ukrayna nikare heta 20 salan jî bibe endamê Yekîtiya Ewropayê

PeyamaKurd-Ji Wezareta Karên Yekîtiya Ewropayê yê Fransayê hat ragihandin ku ne pêkan e Ukrayna di vê rewşê de ji vir û heta 15-20 salên din jî bibe endamê Yekîtiya Ewropayê.

Wezîrê Karên Yekîtiya Ewropayê yê Fransayê Clement Beaune, li ser endamtiya Ukraynayê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê axivî û da zanîn ku di rewşa niha de endamtiya Ukraynayê ne pêkan e. Clement Beaune li ser rewşê got, “Heger em bibêjin dê Ukrayna di nav 6 meh, salek yan jî 2 salan de bibe endamê Yekîtiya Ewropayê, em ê derewan bikin. Di rewşa heyî de endamtiya Ukraynayê encax heta 15 an jî 20 salan çêbibe.”

Beaune got ku “Divê ji bo endamtiya tekûz a Ukraynayê, mirov bi dilsozî û rastî biaxive. Lê ligel vê yekê, Ukrayna dikare di pêvajoya endamtiya xwe de derbasî Civata Siyasî ya Ewropayê bibe.”